Îsraîl: Îranê zêdeyî 400 fuzeyên balîstîk avêt, ji sedî 92 hatin astengkirin

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji destpêka şer û vir ve Îranê zêdeyî 400 fuzeyên balîstîk avêtiye û ji sedî 92 ê wan hatiye astengkirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku ji destpêka şerê li ser Îranê û vir ve Îranê heta niha zêdeyî 400 fuzeyên balîstîk avêt Îsraîlê û ji sedî 92 ê fuzeyan hatin astengkirin.

15 KES BIRÎNDAR BÛN

Piştî ku fuzeyên pirserî li navenda Îsraîlê ketin, 15 kes birîndar bûn. Di êrişên şeva bihurî de bi dehan kes birîndar bûn.

WEZARETA TENDURISTIYÊ: DI NAVA 24 SAETAN DE 303 KES RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Ji ber şerê navbera Îsraîl û Îran û Hîzbûllahê de di nava 24 saetên dawî de 303 kes rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ji birîndaran rewşa 8 kesan giran e.